Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Zeytûn û Yasemîn li Şama Paytext Hatin Ba Hev
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Zeytûn û Yasemîn li Şama Paytext Hatin Ba Hev

Zeytûn û Yasemîn li Şama Paytext Hatin Ba Hev

1 week ago

Şam – Taybet

Rêveberîya Çanda Zarokan li Wezareta Çandê, bi hevkarîya Navenda Enberê ya Civakî, duh Şemîyê çalakîyeke çandî, hunerî û civakî ya hevbeş (Erebî – Kurdî) li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê li Şamê li dar xist. Di çalakîyê de hunera şêwekarî, şano, muzîk û mîrata gelêrî hatin pêşkêşkirin.

Pêşangeha Hunerî

Saet yekê nîvro vebû; tê de zêdetirî 80 tabloyên hunerî yên zarok û ciwanên ji Şam û Efrînê hatin nîşandan. Her wiha karên destan ên curbecur mîna kinc û berhemên ji hirî, ku hinek ji wan berhemên kampên koçberan bûn, di hola sereke ya pirtûkxaneyê de hatin pêşandan.

Pêşandanên Hunerî

Saet çarê êvarî li ser dika hola konferansan pêşandanên hunerî dest pê kir. Zarokên ji Şam û Efrînê şanonameyek pêşkêş kirin ku tê de qonaxên Şoreşa Sûrîyê hatin nîşandan. Ligel vê yekê, helbest û stranên bi zimanê Erebî û Kurdî yên seranserê Sûrîyê hatin xwendin. Her wiha kurtefîlmên dokumantar ên dîmenên şehîd Ebdulbasit Sarût, şehîd Mişel Temo û hunermenda koçkirî Mey Sekaf hatin nîşandan.

Mîrata Hunerî

Çalakîyê stran û govendên folklorî yên Kurdî û Erebî ku mîrata Şam û Efrînê ne li xwe girt. Her wiha Koma Koral a ji bajarê Selemîyê wek mêvanê rûmetê beşdar bû û berhemên curbecur ji mîrata Sûrîyê pêşkêş kirin.

Beşdarîya Civakî

Mêvanê din ê rûmetê Navenda Bihêzkirina Jinan a ji Îdlibê bû, ku karên destan ên xelkê kampan pêşkêş kirin. Di dawîya çalakîyê de, kesayetên civakî yên ku alîkarîya koçberên Xûteyê li Efrînê kiribûn, hatin xelatkirin.

Rêveberê Giştî yê Navenda Enberê ya Civakî Amir Zeydan ji SANAyê re ragihand ku ev festîval encama xebata salên dirêj e, ji dema koçberîyê heta vegera piştî rizgarkirinê. Dîyar jî kir ku komele di sala 2013an de li Xûteya Şerqî hatiye damezirandin û piştî koçberîya 2018an li Efrînê berdewam kiriye û armanca wan xizmeta zarok, ciwan, xwendekar, kal û pîr û jinan e. Zeydan hêvî jî xwest ku çalakîyên bi vî rengî li hemû bajarên Sûrîyê bidomin.

Muzîkjen û mamosteyê muzîkê yê zarokan û serpereştê karên hunerî yên Kurdî Fethî Şêxo ji SANAyê re anî ziman ku beşdarîya wan peyameke aştî û yekîtîyê ye di navbera hemû pêkhateyên Sûrîyê de. Wî destnîşan kir ku koma wan piştî rizgarkirinê nû hatiye damezirandin û ev cara yekem e ku li Şamê çalakîyê dikin.

Sînan Al Reşî, wek nûnerê Taxa Kurdan û çalakvanekî şoreşger ku piştî 13 salan ji girtîgehê rizgar bûye, axivî. Wî behsa fedakarîyên şehîdên Taxa Kurdan li Şamê kir û got ku di serdema rejîma berê de Kurd ji ber fêrbûna ziman an çalakîyên çandî dihatin girtin. Wî tekez kir ku îro rewş guherîye; li Taxa Kurdan bi piştgirîya parêzgehê û wezaretê navendeke çandî hatiye vekirin ku dersên zimanê Kurdî û çalakîyên hunerî dide. Al Reşî li dawîyê jî got ku divê hemû pêkhateyên Sûrîyê (Ereb, Kurd, Çerkes û hwd.) bi hev re vî welatî ava bikin.

Ev çalakîya li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Şamê bûyereke bêhempa bû ku cara yekem di dîroka Sûrîyê de huner, çand û mîrat bi vî rengî gihandin hev, û peyama yekîtî û pirrengîya Sûrîyê xurt kir.

Ansîklopedîya Erebî li Sûrîyê Dîroka Sûrîyê Belge Dike
Muzîka Suryanî û Erebî di Perçeyên “Rîtûelên Sûrî” de li Operaya ŞamêŞam-SANA
Gerra SANAyê li Bajarê Şamê
Trajedîya Malbateke Kurd li Mexribê Deng Veda: “Darên Bêdeng” xelata yekemîn wergirt
Berdewamîya Ahengan li Qada Umewîyan li Bajarê Şamê bi Boneya Bîranîna Yêkemîn a Rizgarkirina Sûrîyê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Çanda SûrîyêEfrînHunera KurdîPirtûkxaneya Niştimanî li ŞamêŞamŞoreşa Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezareta Tenduristîyê Pêşxistina Karê Ofîsên Pîşeyên Tenduristîyê û Bilindkirina Asta wan Gotûbêj Dike

8 hours ago
5

Destpêkirina Belavkirina Tov û Gubre li ser Cotkarên Siwêdayê li gorî Rênimayên Parêzgarê Siwêdayê

8 hours ago
3

Zîyanên Madî li ser Malên Niştecihbûnê li Kolana El-Nîl li Helebê di Encama Guleyên ku ji alîyê HSDê ve Hatine Avêtin

8 hours ago
5

Gihîştina Nexweş û Birîndaran ji Nexweşxaneya Helebê bo Nexweşxaneya El-Razî Piştî Armanckirina Wê ji alîyê HSDê ve

8 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?