Şam-SANA
Di êvareke hunerî ya taybet de, pêşangeha “Pelandineke Hunerî” (Lemse Fenîye) ronahî xist ser afirandinên çend behreyên hêvîdar, li Navenda Çandî ya Erebî li Ebû Rummanê li Şamê.
Pêşangehê 44 tabloyên hunerî yên 15 hunermendên amator kom kirin, ku temenê wan di navbera 14 û 40 salîyê de ye. Karên wan kelecana destpêkan û cihêrengîya dîtinên hunerî nîşan dan.
Mijarên tabloyan di navbera xêzkirina siruşta bêdeng û zindewerên mîna masî û çivîkan de cihêreng bûn. Hinek tabloyan jî mêbûn pîroz dikir, ku bi perperîk û kulîlkên xewnerengî hatibûn sembolîzekirin.
Serpereşta Pêşangehê Hunermend Wensa Abid, ji peyamnêra SANAyê re dîyar kir ku karên nîşandayî encama ked û hewldanên hevpar di navbera wê û xwendekarên wê de ne. Her wiha bal kişand ser cihêrengîya dibistanên hunerî di navbera realîzm, ekspresyonîzm û surrealîzmê de.
Ev pêşangeh wek fersendeke giranbuha ji bo perwerdekirin û geşkirina behreyên ciwan tên hesibandin, her wiha jîngeheke hevrikîyê ya erênî di navbera hunermendên nû de ava dikin.




