Şam-SANA
Serbora hunermendê şêwekar, Xuzeyme Elwanî, rêwîtîyeke afirînerî ya kêmpeyda ye, ku hunera wî ew ji xwecihîyê veguhest bo cîhanîbûnê.
Piştî 91 salîya xwe, serê xwe danî û çû ber dilovanîya Xwedê. Wezareta Çandê koça wî ragihand û tekezî li ser dewlemendîya hunera wî kir.
Di sala 1934an de li Hemayê ji dayik bûye û li Roma û Parîsê xwendiye. Dîplomayên di warê wênekêşî û dekorsazîyê de, her weha bawernameya doktorayê jî wergirtine.
Wî beşdarî di damezrandina tevgera hunera şêwekarîyê ya Sûrî de kir û li Koleja Hunerê ya Şamê ders dida. Gelek nifşên hunermendan di bin çavdêrîya wî de derçûn.
Berhemên wî bi sembolîzmî û suryalîzmîya xwe cuda ne, çanda gel û nasname di wan de dîyar bûn.