Şam – SANA
Koma “Aştî” ya Hunerên Kurdî, duh êvarî bi boneya salvegera yekemîn a rizgarîyê, ahengeke hunerî ya curbecur li ser dika Şanoya Komelgeha Dummer a Çandî li Şamê pêşkêş kir.
Êvar bi pêşandana neh dîlanvanên (keç û xort) ji bo beşên folklora Kurdî yên taybet bi rîtûelên dawetan û dirûnê dest pê kir; piştre dîlanvanên zarok ên temenbiçûk pêşandanek ku govend û dîlan li xwe girtibû, ligel straneke bi zimanê Kurdî, pêşkêş kirin.

Damezrînerê komê, rojnamevanê pisporê karûbarên muzîkê Îdrîs Murad, ji nûçegihana SANAyê re tekezî li ser berfirehbûna rûbera azadîyê li Sûrîya nû di warê pêşkêşkirina hunerên taybet bi komê û Kurdan kir û got ku îro mafê Kurdan heye ku Cejna Rizgarîyê pîroz bikin û pê şa bibin.
Tê zanîn ku “Aştî” komeke muzîk û govendê ya Kurdî ye, bi armanca parastina mîrata çandî û hunerî ya Kurdan û nîşandana wê ji cîhanê re hatiye damezrandin.



