Fas – SANA
Li kêleka gera 14emîn a Festîvala Navneteweyî ya Sînema û Bîra Hevpar a Nazorê li Mexribê, li jêr dirûşma “Bîra Aştîyê”, beşdaran “Danezana Nazorê ya Aştî û Dadwerîya Veguhêz” ragihand. Ev danezan komeke bijarte ya rewşenbîran ji seranserê cîhanê dicivîne. Beşdaran tekez kir ku ev danezan nirxên mirovî yên hevpar nîşan dide û armanc dike civakan li ser bingeha aştî û dadwerîyê, li gorî têkilîyên mirovî yên wekhev ava bike, nemaze di bin sîya wan şert û mercên dijwar de ku Xeze ji ber şerê qirkirinê tê re derbas dibe.
Dadwerîya Veguhêz Amûra Bidestxistina Aştîya Civakî ye
Beşdaran destnîşan kir ku dadwerîya veguhêz di edebîyata veguhastinên demokratîk ên cîhanê de qadeke bingehîn e û yek ji rêyên herî serkeftî ye ji bo bidestxistina veguhastina demokratîk û gihandina civakan bo peravên ewlehîyê.
Her wiha tekez kirin ku yek ji encamên herî girîng ên dadwerîya veguhêz avakirina bawerîyê di navbera pêkhateyên civakê de ye, bi taybetî di navbera elîtên sîyasî û çalakvanên sivîl de. Serkeftina wê jî tenê bi hebûna vîneke sîyasî ya rasteqîn û dilsoz ji alîyê dewlet û civaka sivîl ve pêkan e.
Lihevhatin Hîmê Bingehîn e
Beşdaran piştrast kir ku divê mekanîzmayên pêşnîyarkirî li gorî xwezaya veguhastinan û hêzên çalak bin, û destnîşan kirin ku divê her ezmûnek di çarçoveya xwe de bê wergirtin bêyî ku modela dewletekê li ser a din were sepandin. Her wiha tekez kirin ku lihevhatin hîmê bingehîn ê dadwerîya veguhêz e.
Di heman demê de, beşdarên danezanê amaje bi wê yekê kir ku çaksazîya sazîyan û misogerkirina dubarenebûna binpêkirinan ji bo bidestxistina aştîya civakî ji rêgezên bingehîn in. Her wiha bal kişandin ser giringîdana bi binpêkirinên aborî, civakî û çandî li tenişta mafên sivîl û sîyasî.
Beşdarîya Jinan û Arîşeyên Berdewam
Beşdaran qala girîngîya çareserkirina binpêkirinên taybet ên li dijî jinan û misogerkirina beşdarîya wan a çalak di hemû ezmûnên dadwerîya veguhêz de kir. Wan dîyar kir ku bawerî faktora bingehîn a serkeftina dadwerîya veguhêz e û divê bi berdewamî di navbera takekes, dewlet û civakê de û di çarçoveya civaka navneteweyî de were çandin û pêşxistin.
Festîval Platforma Lêkolînkirina Dadwerîya Veguhêz e
Dr. Ebdulhusên Şaban, ji Iraqê, ji SANAyê re tekez kir ku Festîvala Navneteweyî ya Sînemayê ya Nazorê giringîyeke mezin bi dest dixe ji ber ku balpêdanê dide bîra aştîyê û mijara dadwerîya veguhêz li cîhana Erebî, nemaze li wan welatên ku şer û binpêkirinên berfireh dîtine.
Dr. Ebdulhusên wiha got: “Çar an pênc welatên Erebî hewcedar in ku dadwerîya veguhêz bi awayekî berfireh lêkolîn bikin, dûrî tolhildan an dadwerîya tolhildêr, bi liberçavgirtina zagon, rêkarên civakî û çandî û irf û edetan. Bo mînak, li Sûrîyê pêdivî bi lihevhatina civakî heye, pêşî bi eşkerekirina rastîyê, piştre lêpirsîn û qerebûkirin.”
Dr. Şaban di berdewamîya axaftina xwe de da zanîn ku Danezana Nazorê nirxekî zêdetir dide festîvalê, ji ber ku ezmûnên cîhanî ji Amerîkaya Latîn, Ewropaya Rojhilat, Afrîkaya Başûr û Mexribê, tevî welatên Asya û Afrîkayê nîşan dide. Armanc jî dike komeleyeke ku 50 rewşenbîrên Ereb û 50 rewşenbîrên bîyanî li xwe digire, ava bike.
Festîvala Nazorê çi ye?
Festîval her sal li bajarê Nazorê yê Mexribê ji alîyê Navenda Bîra Hevpar ve ji bo Demokrasî û Aştîyê tê sazkirin. Festîval giringîyê dide hevgirtina sînema û bîra kolektîf; sînema wekî huner û amûra derbirînê, û bîr (hafize) wekî qadekê ji bo xwendineke nû ya dîrok û ezmûnên mirovî.