Şam-SANA
Komê “Şelebîye” şeva borî bi şeveke muzîkê ku folklorê Rojhilatî û Flamenkoya Îspanî li hev anîbû, li Şama Kevin xatirê xwe ji demsala havînê xwest. Şev bi beşdarîyeke berbiçav a girseyî bi rê ve çû, ku li ser hezkirina muzîkê û bîranîna folklora resen civîyabû.
Şeva ku li Otel Talisman li kolana Emîn hat lidarxistin, xwedî dirûvekî folklorî yê cihêreng bû ku strana Sûrî û Erebî li hev kom dikir. Beşên ji “Mûweşehat” û stranên Endulusî ligel hinek destdanên muzîka Îspanî tê de bûn, di pêkhateyeke muzîkê de ku ji hêla damezrênerên komê, stranbêj Manû Şelebî û birayê wê Silêman ve hat pêşkêşkirin.
Manû Şelebî ji SANAyê re got: “Em hewl didin bi rêya van cure ahengan, folklorê muzîka resen vejînin û bedewîya strana Erebî ya kevnar, ku hestên mirovan û bîra wan a kolektîf hildigire, bînin bîra mirovan.”
Şelebî girîngîya vegera çalakîyên çandî piştî rizgarkirinê tekez kir û dîyar kir ku balpêdana zêde ya gel nîşana tîbûna Sûrîyan ji bo hunera bilind e, û got: “Îro huner xwedî roleke mezin e di yekkirina mirovan û dûrxistina gotarên nefretê de.”
Hêjayî gotinê ye ku koma “Şelebîye” ji alîyê xwişk û bira Manû û Silêman Şelebî ve hatiye damezrandin, û girîngîyê dide vejandina folklorê muzîka Sûrî û Erebî.




