Şam-SANA
Koma Sîmfonîk a Niştimanî ya Sûrî duh konserek pêşkêş kir ku tê de çend berhemên awazdanerê Awisturyayî “Wolfgang Amadeus Mozart” hebûn.
Konsera ku ji alîyê maestro Misak Bagbudaryan ve hat birêvebirin, di bernameya xwe de ev birge li xwe girtibûn: Pêşberîya operaya Flûta Efsûnî ku berhema dawî ya Mozart bû, ligel arya (parçeyeke solo ya yek dengî) û dûetên ji operaya Zewaca Figaro, û bi sîmfonîya wî ya herî navdar 40 bi dawî bû.

Li ser konserê, Maestro Bagbudaryan ji nûçegihanê SANAyê re got: Mozart awazdanerekî tenik e, ku pêwîstîya wî bi hûrbînîya performansê û teknîka bilind heye.
Bagbudaryan her weha kêfxweşîya xwe bi karê komê anî ziman û got: Ez ji tiştên ku me duh pêşkêş kir pir kêfxweş im, xasma ku me dengên operayê ji nifşekî nû bihîst.
Derbarê girîngîya konseran di vê rewşê de, Bagbudaryan ragihand: Muzîk, çand û huner qadeke hevpar in ku em tê de hestên xwe parve dikin û bi rêya wan civakeke hemahengtir ava dikin.
Li gorî Bagbudaryan, kom amadekarîyên xwe ji bo bernameyên nû yên ku dê di demeke nêzîk de werin berhemanîn, didomîne.





