Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Danezana Nazorê ya Aştî û Dadwerîya Veguhêz bû Mijara Serekî ya Gera 14emîn a Festîvala Sînemayê ya Nazorê
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Danezana Nazorê ya Aştî û Dadwerîya Veguhêz bû Mijara Serekî ya Gera 14emîn a Festîvala Sînemayê ya Nazorê

Danezana Nazorê ya Aştî û Dadwerîya Veguhêz bû Mijara Serekî ya Gera 14emîn a Festîvala Sînemayê ya Nazorê

Hat weşandin: 2025/12/01 5:15 PM
Hat nûkirin: 2025/12/01 5:15 PM

Fas – SANA

Li kêleka gera 14emîn a Festîvala Navneteweyî ya Sînema û Bîra Hevpar a Nazorê li Mexribê, li jêr dirûşma “Bîra Aştîyê”, beşdaran “Danezana Nazorê ya Aştî û Dadwerîya Veguhêz” ragihand. Ev danezan komeke bijarte ya rewşenbîran ji seranserê cîhanê dicivîne. Beşdaran tekez kir ku ev danezan nirxên mirovî yên hevpar nîşan dide û armanc dike civakan li ser bingeha aştî û dadwerîyê, li gorî têkilîyên mirovî yên wekhev ava bike, nemaze di bin sîya wan şert û mercên dijwar de ku Xeze ji ber şerê qirkirinê tê re derbas dibe.

Dadwerîya Veguhêz Amûra Bidestxistina Aştîya Civakî ye

Beşdaran destnîşan kir ku dadwerîya veguhêz di edebîyata veguhastinên demokratîk ên cîhanê de qadeke bingehîn e û yek ji rêyên herî serkeftî ye ji bo bidestxistina veguhastina demokratîk û gihandina civakan bo peravên ewlehîyê.

Her wiha tekez kirin ku yek ji encamên herî girîng ên dadwerîya veguhêz avakirina bawerîyê di navbera pêkhateyên civakê de ye, bi taybetî di navbera elîtên sîyasî û çalakvanên sivîl de. Serkeftina wê jî tenê bi hebûna vîneke sîyasî ya rasteqîn û dilsoz ji alîyê dewlet û civaka sivîl ve pêkan e.

Lihevhatin Hîmê Bingehîn e

Beşdaran piştrast kir ku divê mekanîzmayên pêşnîyarkirî li gorî xwezaya veguhastinan û hêzên çalak bin, û destnîşan kirin ku divê her ezmûnek di çarçoveya xwe de bê wergirtin bêyî ku modela dewletekê li ser a din were sepandin. Her wiha tekez kirin ku lihevhatin hîmê bingehîn ê dadwerîya veguhêz e.

Di heman demê de, beşdarên danezanê amaje bi wê yekê kir ku çaksazîya sazîyan û misogerkirina dubarenebûna binpêkirinan ji bo bidestxistina aştîya civakî ji rêgezên bingehîn in. Her wiha bal kişandin ser giringîdana bi binpêkirinên aborî, civakî û çandî li tenişta mafên sivîl û sîyasî.

Beşdarîya Jinan û Arîşeyên Berdewam

Beşdaran qala girîngîya çareserkirina binpêkirinên taybet ên li dijî jinan û misogerkirina beşdarîya wan a çalak di hemû ezmûnên dadwerîya veguhêz de kir. Wan dîyar kir ku bawerî faktora bingehîn a serkeftina dadwerîya veguhêz e û divê bi berdewamî di navbera takekes, dewlet û civakê de û di çarçoveya civaka navneteweyî de were çandin û pêşxistin.

Festîval Platforma Lêkolînkirina Dadwerîya Veguhêz e

Dr. Ebdulhusên Şaban, ji Iraqê, ji SANAyê re tekez kir ku Festîvala Navneteweyî ya Sînemayê ya Nazorê giringîyeke mezin bi dest dixe ji ber ku balpêdanê dide bîra aştîyê û mijara dadwerîya veguhêz li cîhana Erebî, nemaze li wan welatên ku şer û binpêkirinên berfireh dîtine.

Dr. Ebdulhusên wiha got: “Çar an pênc welatên Erebî hewcedar in ku dadwerîya veguhêz bi awayekî berfireh lêkolîn bikin, dûrî tolhildan an dadwerîya tolhildêr, bi liberçavgirtina zagon, rêkarên civakî û çandî û irf û edetan. Bo mînak, li Sûrîyê pêdivî bi lihevhatina civakî heye, pêşî bi eşkerekirina rastîyê, piştre lêpirsîn û qerebûkirin.”

Dr. Şaban di berdewamîya axaftina xwe de da zanîn ku Danezana Nazorê nirxekî zêdetir dide festîvalê, ji ber ku ezmûnên cîhanî ji Amerîkaya Latîn, Ewropaya Rojhilat, Afrîkaya Başûr û Mexribê, tevî welatên Asya û Afrîkayê nîşan dide. Armanc jî dike komeleyeke ku 50 rewşenbîrên Ereb û 50 rewşenbîrên bîyanî li xwe digire, ava bike.

Festîvala Nazorê çi ye?

Festîval her sal li bajarê Nazorê yê Mexribê ji alîyê Navenda Bîra Hevpar ve ji bo Demokrasî û Aştîyê tê sazkirin. Festîval giringîyê dide hevgirtina sînema û bîra kolektîf; sînema wekî huner û amûra derbirînê, û bîr (hafize) wekî qadekê ji bo xwendineke nû ya dîrok û ezmûnên mirovî.

Wezareta Antîkan bi hevkariya “UNESCO”yê projeyekê ji bo nûjenkirina Muzexaneya Neteweyî ya Şamê dest pê dike
Rewşenbîrên Sûrîyê û Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Şamê
Wezareta Çandê ji sibe pê ve çalakîyên “Hefteya Şanoya Sûrî” dide destpêkirin
Wezîrê Çandê yê Sûrîyê der barê Rola çandê bi Wezîrên Filistîn, Lîbya û Endonesyayê re gotûbêj kir
“Qeyika 22” Xweragirîya Ciwanên Sûrî Nîşan Dide
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Danezana Nazorê ya Aştî û DadwerîyaFestîvala Sînemayê ya Nazorê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?