Şam-SANA
Yekîtîya Nivîskarên Ereb, biryarek da û 13 endamên xwe yên ku berê berpirsên rejîmê bûn, ji ber beşdarbîya wan a di tawanên li dijî Sûrîyan de û piştgirî yan rewakirina komkujîyan -komkujîya çekên kîmyewî jî di nav de-, ji kar derxistin.
Di lîstê de, Rif’et Esed, Buseyna Şa’ban û hinekên din jî hebûn.
Yekîtîyê dîyar kir ku ev biryar ji ber binpêkirina wan ji Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan û rêziknameyên navxweyî yên yekîtîyê hatiye dayîn, û tekez kir ku ev gaveke pêşîn e ji bo vegerandina rola yekîtîyê ya çandî û mirovî.
Di heman demê de, dê yekîtî ji bo vegerandina kesên ku berê ji ber sedemên sîyasî yan îdeolojîk hatine dûrxistin, bixebite ku wan vegerîne û paşê wan xelat bike.