Şam-SANA
Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê ragihand ku pêncşema bê ya ku dikeve 1ê Kanûna Paşîn, bi helkefta Cejna Sersala Zayînî bêhnvedan e, ev yek li ser bingeha biryarên fermana qanûnî ya hejmar 188 a sala 2025an ku cejnên fermî destnîşan dike, hatiye kirin.
Emîndarîyê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, zelal kir ku biryarên benda (c) a xala 43an a qanûna bingehîn a karkerên dewletê ya bi hejmara 50 a sala 2004an û guhertinên wê, ji bo sazîyên ku xwezaya kar an mercên wan berdewamîya kar di dema cejnan de dixwaze, li ber çavan tên girtin.