Tertûs-SANA
Katedrala Tertûsê ku di nîveka sedsala borî de veguherî Muzexaneya Tertûsê ya Şûnwarî, wekî yek ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî li ser perava Sûrîyê tê hesibandin. Ev yek ji ber nirxê wê yê şaristanî û avahîsazî ye ku li pey hev hatina şaristanîyan li ser bajêr di nav bi sedan salan de nîşan dide.
Serokê Daîreya Şûnwar û Muzexaneyan li parêzgeha Tertûsê Ebdulhey El-Mihemed di daxuyanîyekê de ji SANAê re zelal kir ku ev avahî yek ji girîngtirîn avahîyên şûnwarî yên li parêzgehê ye, ji ber stûnên wê yên mezin û kevanên wê yên kevirîn ku vedigerin ser şêwaza mîmarî ya Serdemên Navîn.









