Şam-SANA
Jêdereke hikûmetê ji SANAyê re ragihand ku agirbesta bi rêxistina HSDê re bi dawî bûye, û amaje pê kir ku hikûmeta Sûrîyê vebijarkên xwe dinirxîne.
Serokatîya Komara Sûrîyê di 20ê vê mehê de ragihandibû ku lihevkirineke hevbeş di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de li ser hejmarek mijarên girêdayî paşeroja parêzgeha Hesekê pêk hatiye.
Her wiha hatibû dîyarkirin ku li ser dayîna mohleteke çar rojan ji bo HSDê daku şêwirên xwe bikin bi mebesta danîna planeke berfireh ji bo mekanîzmaya tevlîkirina herêman bi awayekî pratîkî, lihevhatin çêbûye.
Li beramber vê yekê, Wezareta Parastinê ragihandibû ku şer li hemû enîyên operasyonên Artêşa Sûrîyê ji bo çar rojan hatiye rawestandin, wek pabendbûna bi lihevkirinê.