Enqere – SANA
Serokê Fermangeha Pêwendîyan a Serokatîya Komara Tirkîyê Burhanedîn Duran, bang li Îsraîlê kir ku dawî li binpêkirinên xwe yên li dijî xaka Sûrîyê bîne û demildest ji wan herêmên ku dagir kirine vekişe.
Ajansa “Anadolu”yê ji zarê Duran veguhast ku îro Duşemê di peyameke xwe ya li ser platforma “NSocial”ê ya Tirkî de ragihandiye: “Jinûvedestpêkirina çalakîyên Îsraîlê li devera ku jê re ‘Xeta Sufa 53’ tê gotin li parêzgeha Quneytirayê ya Sûrîyê, binpêkirineke nû ye ku bi awayekî eşkere yasaya navneteweyî û Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an piştguh dike.”
Duran dupat kir ku helwest û tevgerên Îsraîlê dibin sedema zêdebûna rageşîyê li herêmê û hewldanên berfirehkirina dagirkerîyê, karin “nayên qebûlkirin”.
Navborî axaftina xwe wiha qedand: “Bêdengîya civaka navneteweyî li hemberî berfirehbûna bêsînor a Îsraîlê bi tu awayî nayê qebûlkirin; lewma li ser destpêşxerîyên navneteweyî bûye erkeke exlaqî ku pêngavên berbiçav bavêjin da ku yasa û aramîya herêmê biparêzin.”