Qahîre-SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî, ligel Serokê Desteya Jîngehê li Umanê Ebdillah bin Elî El-Umerî, rêyên xurtkirina hevkarîyê û pevguhertina ezmûnan navbera her du welatan di warên jîngehê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtina ku îro Çarşemê li kêleka xebatên Gera Pêncemîn a Foruma Erebî ya Jîngehê li baregeha Komkara Dewletên Erebî li Qahîreyê hat lidarxistin, hejmarek pirs û dosyayên girîng ên xwedî berjewendîya hevbeş hatin nirxandin.
Di vê çarçoveyê de, her du alî, bi taybetî li ser parastina jîngehê, rûbirûbûna astengîyên guherîna avhewayê û piştevanîkirina rêçên geşepêdana domdar rawestîyan.
Her wiha her du alî, hevdem ligel civînên amadekarîyê yên Gera 37emîn a Encumena Wezîrên Ereb ên Berpirsên Karûbarên Jîngehê, giringîya bihêzkirina hevahengîya Erebî di pirsên jîngehê de gotûbêj kirin.



