Dera – SANA
Karsazê Sûrî Miwefeq Qedah îro Şemîyê li parêzgeha Derayê projeya veberanîn û avahîsazîyê ya bi navê “Horan One” vekir.
Merasîma vekirinê li nêzîkî Çerxerêya Panoramayê, bi amadebûna Parêzgarê Derayê Enwer Taha El-Zu’bî, Cîgirê Parêzgar bo Karûbarên Veberanînê Mazin El-Xeyrat, Rêveberê Navçeya Derayê Mihemed Ebû Debûs û çend kesayetî û nûnerên çalakîyên civakî û aborî yên parêzgehê pêk hat.
Ev proje ji du bircên li kêleka hev pêk tê; birca yekem ji 18 qatan pêk tê û ji bo niştecihbûnê ye, birca duyem jî ji sê qatan pêk tê ku moleke bazirganî, klînîkên bijîşkî yên pispor ligel komek sazî û xizmetguzarîyan li xwe digre.
El-Zu’bî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê eşkere kir ku destpêkirina vê projeyê pêngaveke giring e ber bi vekirina aso û qonaxeke nû ji bo geşepêdana aborî û veberanîna li parêzgehê.

Navborî da zanîn ku ev proje dê bibe destpêka gelek projeyên din ên veberanînê ku rêveberîya parêzgehê dixebite wan di qonaxa pêş de bikişîne herêmê.
Parêzgar her wiha bal kişand ser wê yekê ku parêzgeh ji bo pêşkêşkirina hêsankarîyên pêwîst bo projeyên veberanînê û rakirina hemû astengî û kelemên li pêşberî veberanînê kar dike.
El-Zu’bî destnîşan kir ku di rojên bê de dê projeyên nû yên veberanînê werin ragihandin û îmzekirin, û anî ziman ku armanca destpêkirina “Horan One” û projeyên piştî wê ew e ku vê peyamê bidin ku herêma Horanê xwedî hemû derfet û taybetmendîyên veberanînê ye û dikare zehmetîyan derbas bike, bi rengekî ku piştgirîyê bide geşepêdana aborî û avahîsazîyê li parêzgehê.


