Şam-SANA
Şandeyeke Wezareta Balafirvanîya Sivîl û Desthilata Balafirvanîya Sivîl a Misrê, bi serokatîya Yasir Mihemed Ebdilhelîm Mihemed, Serokê Rêveberîya Navendî ya Ewlehîya Balafirvanîyê, îro Pêncşemê li Balafirgeha Navdewletî ya Helebê gereke meydanî pêk anî, di çarçoveya serdanên teknîkî yên naskirî de li gorî baştirîn pratîkên navdewletî yên berî destpêkirina geştên esmanî.
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî li Sûrîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku şande ji nêzîk ve li ser alîyên karkirin, ewlehî û tedbîrên pejirandî yên li balafirgehê sekinî, di çarçoveya temamkirina hevahengîya pêwîst de ji bo jinûvedestpêkirina geştên esmanî yên rasterast di navbera her du welatan de, bi awayekî ku girêdana esmanî xurt bike û tevgera rêwîyan a di navbera her du welatan de hêsan bike.
Di dema gerê de, berpirsê çavdêrî û şopandinê li balafirgehê Fadî Mishir û rêveberê balafirgehê Îhsan Uwêdat, yawerîya şandeyê dikirin.




