New York-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê di du nameyên wekhev de ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Seroka Encumena Ewlehîyê Christina Lassen, bi tundtirîn şêwe êrîşa eşkere ya dagirkerîya Îsraîlê ya berbanga duh Sêşemê li ser balafirgeha leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê li parêzgeha Îdlibê pêk anî şermezar kir.
Her wiha piştrast kir ku ev êrîşeke bêhincet e û binpêkirineke beloq e li hember serwerîya Sûrîyê û yekparçeyîya axa wê û rageşîyeke metirsîdar e ku gefê li ewlehî û aramîya herêmê dixwe.
Sûrîyê di her du nameyan de ku ji alîyê Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî ve hatine pêşkêşkirin got: “Di demekê de ku cîhan pesnê Sûrîyê dide -ya ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di serdana xwe ya dawî de ji ber hewldanên wê ew wekî ‘stûna aramîyê li Rojhilata Navîn’ bi nav kiribû- û di demekê de ku cîhan ji Sûrîyê daxwaz dike ku li ser kontrolkirina sînoran, aramî, avakirina şîyanan ji bo têkoşîna li dijî terorê, DAIŞê û torên bazirganîya madeyên hişbir ên sînorbir, û afirandina jîngeheke ewle ji bo vegera penaberan berdewam be, û di heman roja ku em ligel Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî parastina Sûrîyê û cîhanê ji bernameya atomî ya serdema Esed radigihînin, û xebata me ya ji bo girtina dosyaya çekên kîmyewî yên Esed ku bi salan civaka navneteweyî aciz kiribû, û li pey serdana Komîserê Bilind ê Karûbarên Penaberan bo Sûrîyê di hefteya borî de û banga wî ya ji bo ‘piştgirîya cîhanî ligel Sûrîyê di bin sîya gihîştina wê bi qonaxeke hestyar derbarê veger û başbûnê de’, qewareya dagirkerîya Îsraîlê hewl dide van hewldanan têk bibe û demjimêrê vegerîne paş bi rêya êrîşên berdewam ên li ser serwerîya Sûrîyê û paşguhkirina yasa û pîvanên navneteweyî, di nav de peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên Encumena Ewlehîyê.”
Her wiha lê zêde kir û got: “Qewareya dagirkerîya Îsraîlê roja Sêşemê 18ê Tebaxa îsal, 8 êrîşên esmanî pêk anîn ku balafirgeha leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê li parêzgeha Îdlibê kirin armanc, bi rêya êrîşeke bêhincet û binpêkirineke beloq a li hember serwerîya Sûrîyê û yekparçeyîya axa wê, û rageşîyeke metirsîdar ku gefê li ewlehî û aramîya herêmê dixwe.”
Sûrîyê di her du nameyan de piştrast kir ku ew vê êrîşa eşkere bi tundtirîn şêwe şermezar dike, her wiha tekezî li ser wê yekê dike ku berdewamîya van êrîşên Îsraîlê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve heta îro, ji bombebaran, derbasbûn û revandinê, di demekê de ku dewleta Sûrîyê pabendî xweparastinê dibe û ji bo çespandina aramîyê û dûrketina ji gurkirina rewşê dixebite, wekî astengkirineke bi qesd a rêça lihevkirinan û çespandina ewlehîyê li herêmê tê hesibandin, belku gefê li kaşkirina wê ber bi zêdetir alozî û nearamîyê ve dixwe.