Qahîre-SANA
Wezîrê Karên Giştî û Niştecihkirinê yê Sûrîyê Mustefa Ebdilrezaq, di serdana xwe ya fermî ya bo Misrê de, ligel Wezîra Niştecihkirinê, Sazî û Civakên Bajarvanîyê ya Misrê Randa El-Minşawî civîya; rêyên xurtkirina hevkarîyê di kertên niştecihkirinê, plansazî û geşepêdana bajarvanîyê de gotûbêj kirin, her wiha mijarên pevguhertina pisporîyan di avakirin û pêşvebirina bajarên nû, birêvebirina erdan û binesazîyê de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha Wezîr Ebdilrezaq serdana baregeha Sindoqa Geşepêdana Bajarvanîyê ya Misrê kir û ligel Serokê Encumena Birêvebirina wê Xalid Sidîq civîya, ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên geşepêdana hevkarîya teknîkî ya rasterast û vekirina kenalên dezgehane ji bo çalakkirina hewldanên jinûveavakirin û başbûnê li Sûrîyê.
Şandeyê agahî der barê ezmûna sindoqê di warê çareserkirin û pêşvebirina herêmên neewle û bêserûber, jinûavakirina herêmên bajarvanîyê û geşepêdana navendên parêzgehan de, wergirtin.
Ebdilrezaq tekezî li ser giringîya ezmûna Misrê ji bo Sûrîyê kir li gor wêranî û astengîyên heyî, û piştrast kir ku nerîna jinûavakirinê ne tenê bi avakirina kevir û dîwaran e, belku vegerandina jîyanê ji bo parastina mafên şênîyan, başkirina asta xizmetguzarîyan û amadekirina jîngeha aramî û geşepêdanê jî li xwe digire .
Ji alîyê xwe ve, Sidîq mekanîzmayên karê sindoqê, rêbazên dîyarkirina pêşîneyên destwerdanê, serederîya ligel şênîyan, nimûneyên fînansekirinê û domdarîya projeyan pêşkêş kirin.
Her du alîyan tekezî li ser giringîya pevguhertina pisporîyan di navbera tîmên teknîkî de, her wiha vekolînkirina derfeta sûdwergirtina ji nimûneyên karê sindoqê kir, ji bo amadekirina bernameyên ku li gorî xwezaya herêmên Sûrîyê yên zirardîtî û taybetmendîya wan bin.







