Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku tiştê îsal li Sûriyê hat kirin mirov şaş û matmayî dihêle. Serok Trump amaje pê kir ku Amerîka bi tundî hewl dide aştîya mayînde li Rojhilata Navîn misoger bike û Şam parçeyeke jêneger a vê aştîyê ye.
Koşka Spî bi rêya hesabê xwe yê li ser “X”ê ji zarê Trump di civîneke çapemenîyê ya duh de ragihand: “Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri` zilamekî xurt e. Li herêmeke ku şert û mercên wê dijwar in pêdivîya Sûrîyê bi wî heye. Tiştê ku îsal li Sûrîyê hat kirin mirov şaş û matmayî dihêle.”
Derbarê êrîşa ku DAIŞê pêk anî û hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Amerîkî li nêzî bajarê Tedmurê roja Şemîya borî kir armanc, Serokê Amerîkayê tekezî li ser bawerîya xwe bi Serok Ehmed El-Şeri` nû kir û da zanîn ku ti pêwendîya hikûmeta Sûrîyê bi vê êrîşê re nîne.
Serok El-Şeri` nameyeke sersaxîyê ji Serok Trump re şand û tê de sersaxî û hevxemîya xwe ya herî kûr ji ber êrîşa terorîstî nîşan da û pabendbûna xwe bi parastina aramî û ewlehîyê li tevahîya herêmê dûpat kir.