Lahay- SANA
Wezîrê Dadê yê Sûrîyê Mezher El-Weys ligel hevtayê xwe yê Holendî Divid Van Fil, di hevdîtineke fermî de ku duh roja Şemîyê li avahîya Wezareta Dadê ya Holendî li dar ket, awayên hevkarîya di nav her du welatan de, di warên qanûnî û hiqûqî de gotubêj kir
Ev hevdîtin piştî beşdarîya Wezîr El-Weys di karên konferansa “Pirsgirêkên Dadweîyê” (Justice Matters) de hat, ku roja Pêncşema bûrî li “Koşka Aştîyê” ya li bajarê Lahayê hatibû lidarxistin. Di konferansê de hejmarek wezîr, berpirs, pispor û nûnerên rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ku bi mijarên dadwerî û serwerîya qanûnê re têkildar in, amade bûn.