Dêrezor-SANA
Wezareta Karên Giştî û Niştecihkirinê ragihand ku qonaxa yekem a xurtkirina pira El-Eşareyê li Dêrezorê bi dawî bûye. Ev yek di çarçoveya hewldanên kêmkirina zirarên ku li parêzgehê ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê di rojên borî de rû dabûn, û ji bo misogerkirina berdewamîya liv û tevgera çûnûhatinê di navbera her du alîyên çêm de tê kirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku tîmên teknîkî û alavên ser bi Sazîya Sûrîyê ya Avakirin û Avahîsazîyê, karên qonaxa yekem a xurtkirina pira El-Eşareyê bi dawî kirin. Ev pir wekî damarekî jîyanî û stratejîk tê hesibandin ku herêmên Cezîre û Şamîyê li ser her du rexên çemê Firatê bi hev ve girê dide.
Wezaretê her wiha anî ziman ku karên xurtkirinê berdewam dikin bi mebesta gihîştina rewşeke aram û ewle ya tevahî ji bo pirê û misogerkirina berdewamîya karê wê.