Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro Duşemê, pêwendîyeke telefonî bi Serokwezîrê Komara Îslamî ya Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf re pêk anî.
Di pêwendîyê de, geşedanên dawî yên li ser asta herêmî, bi taybetî alozîya dawî ya li herêmê û bandorên wê li ser ewlehî û aramîyê hatin gotubêjkirin.
Her du alîyan tekezî li ser daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina têkilîyên Sûrî-Pakistanî di warên berjewendîya hevbeş de kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du welatan bike û piştgirîyê bide ewlehî û aramîyê li ser asta herêmî û navdewletî.