Rîyad-SANA
Navenda Şah Selman a Alîkarî û Karûbarên Mirovî bi hevkarîya Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), duh Duşemê, bernameyeke hevbeş ji bo cîbicîkirina projeya bihêzkirina aborî ya jinên gundewar li Sûrîyê îmze kir.
Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdî “SPA” dîyar kir ku ev bernameya ku di çarçoveya destpêşxerîya “Bizre” de tê, 520 sûdwergiran bi awayekî rasterast, û nêzîkî 284 hezar û 320 sûdwergiran jî bi awayekî nerasterast armanc dike, bi mebesta piştgirîkirina derfetên debara jîyanê û pêkanîna bihêzkirina aborî ya jinên gundewar.