Cide-SANA
Balyozê Giştî yê Komara Erebî ya Sûrîyê li Cideyê Nezîr El-Qadirî, di dema hevdîtina xwe ya ligel Rêveberê Giştî yê Şaxê Wezaretê li Herêma Mekeya Pîroz Ferîd bin Se’ed El-Şehrî, belgenameya konsulxaneyê ji Wezareta Derve ya Siûdîyê wergirt.
El-Şehrî di dema hevdîtinê de, li ser navê Wezareta Derve ya Siûdîyê belgenameya konsulxaneyê radestî El-Qadirî kir.

Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, di heftê Gulana borî de, bi amadebûna şandeyeke fermî ya Wezareta Derve ya Siûdîyê, Konsulxaneya Giştî ya Sûrîyê li Cideyê vekiribû.