Cinêv– SANA
Birêvebirê Giştî yê Sazîya Giştî ya Bîmeyên Civakî Hesen Xetîb û şanda Sûrîyê ya ligel wî, bi pisporê parastina civakî yê Rêxistina Kar ya Navneteweyî Ian Orton re, rêyên xurtkirina hevkarîya hevpar di Konferansa Kar ya Navneteweyî de ku niha li Cinêvê a Swîsreyê tê lidarxistin, nirxandin.
Xetîb hewldanên hikûmeta Sûrîyê yên bilindkirina meaşên karkeran û nûjenkirina qanûn û rêveberîyê tevî astengîyên darayî şîrove kir, û girîngîya berdewamîya piştgirîya teknîkî ji alîyê rêxistinê ve tekez kir. Di heman demê de, Orton li ser girîngîya hevkarîyê di warê parastina civakî û garantîya civakî de rawestîyaye, û îşaret bi peydakirina fînansekirina zêde ji bo piştgirîya bernameyên rêxistinê li Sûrîyê di dema bê de kiriye.
Nûnerên hikûmetan, xwedîyên kar û karkeran ji 187 welatên endam beşdarî konferansa ku di 1ê Hezîranê de dest pê kiriye û heta 12ê Hezîranê dewam dike dibin, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên kar û edaleta civakî û danîna standartên navneteweyî yên rêkxistina cîhana kar.