New York – SANA
Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî tekez kir ku Sûrîya nû di têkilîyên xwe yên derve de rêbazeke hevseng dişopîne ku xwe dispêre dîyalog, hevkarî û avakirina baştirîn têkilîyan ligel hemû welatên cîhanê. Ulebî bal kişand ser wê yekê ku Sûrîye li ser bingeha serpêhatî, pisporî, pêgeh û têkilîyên xwe, dikare bibe nirxekî zêde ji bo aramîya herêmî û roleke erênî di pişkdarîya çareserkirina nakokîyên herêmî û navneteweyî de bilîze.
Ulebî di rûniştineke Encumena Ewlehîyê de ku li jêr navê “Pêşvebirina Çareserîyên Sîyasî li Rojhilata Navîn: Navbeynkarî û Dîyalog ji bo Aştîyeke Mayînde” de wiha got: “Sûrîya nû şanaz e ku di têkilîyên xwe yên derve de nêzîkatîyeke navendî û hevseng dişopîne ku xwe dispêre dîyalog û hevkarîyê ji bo avakirina baştirîn têkilîyan ligel hemû welatên cîhanê, dûrî sîyaseta enîyan û hevpeymanîyên wêranker. Sûrîye tekez kire ku ew ê li ser vê nêzîkatîyê berdewam be bi awayekî ku berjewendîyên gelê xwe pêk bîne û aramî û geşedanê ji bo her kesî misoger bike.”