Enqere – SANA
Wezîrê Parastinê yê Sûrîyê Lîwa Murhef Ebû Qesra, bi hejmarek efseran re serdaneke fermî bo Enqereya paytexta Tirkîyê pêk anî û li wir bi hevtayê xwe yê Tirk General Yaşar Guler re civîya.
Wezareta Parastinê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê dîyar kir ku her du alîyan di dema hevdîtinê de xurtkirina têkilîyên dualî di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.


