Cede-SANA
Nûnerê Daîmî yê Sûrîyê li Rêxistina Hevkarîya Îslamî Nezîr El-Qadirî, ligel hevpîşeyê xwe yê Siûdî Salih bin Hemed El-Suheybanî, pêşxistina karê Îslamî yê hevbeş ji bo berjewendîya gelên welatên endamên rêxistinê gotûbêj kirin.
Di hevdîtina ku li bajarê Mekeyê pêk hat, her du alî li ser şêweyên karê Îslamî yê hevbeş di navbera her du şandeyan de sekinîn, da ku armancên rêxistinê werin xurtkirin bi awayekî ku geşepêdan, aramî û aştîyê ji bo cîhana Îslamî dabîn bike.