Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Japonya bi 250 Hezar Dolarî Piştgirîya Xizmetên Avê ji bo Penaberên Sûrî li Kampa Zeterîyê Dike 
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > Japonya bi 250 Hezar Dolarî Piştgirîya Xizmetên Avê ji bo Penaberên Sûrî li Kampa Zeterîyê Dike 

Japonya bi 250 Hezar Dolarî Piştgirîya Xizmetên Avê ji bo Penaberên Sûrî li Kampa Zeterîyê Dike 

Hat weşandin: 2026/05/24 6:11 PM
Hat nûkirin: 2026/05/24 6:11 PM

Eman-SANA 

Hikûmeta Japonyayê bi bihayê 250 hezar dolarî alîkarîyeke darayî ji bo piştgirîkirina hewldanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan “UNICEF”ê di domdarkirina xizmetguzarîyên av, binesazîya tenduristî û paqijîyê de ji bo penaberên Sûrî yên li Kampa Zeterîyê ya li Urdunê, pêşkêş kir.

Ajansa Nûçeyan a Urdunê “Petra”yê îro Yekşemê dîyar kir ku ev projeya ku di navbera salên 2026 û 2027an de dirêj dibe, armanc dike ku dabînkirina berdewam a ava paqij ji bo malbatên penaber misoger bike, di bin sîya zêdebûna daxwaza demsalî û berdewamîya liv û tevgera xelkê li hundirê kampê.

Proje cîbicîkirina bernamayeke rahênana pîşeyî û teknîkî ji bo 50 penaberên Sûrî di warên lorî (lûlekêşî) û tenduristîya jîngehê de li xwe digire. Ev gav ji bo bihêzkirina behreyên wan ên pratîkî tê avêtin da ku di paşerojê de bibe piştgir ji bo derfetên kar û dabînkirina jîyana wan û vegera li Sûrîyê jî di nav de. 

Nûnerê “UNICEF”ê li Urdunê Mark Rubin got: “Gihîştina ava paqij û xizmetguzarîyên binesazîya tenduristîyê ya ewle, hêmayeke bingehîn e ji bo parastina tenduristîya zarok û malbatan.” Navborî pesna piştgirîya berdewam a Japonyayê ji bo civakên herî lawaz û hewcedar da. 

Ji alîyê xwe ve, Balyozê Japonyayê li Urdunê Asari Hideki tekez kir ku piştgirîya welatê wî ji bo hewldanên Urdunê yên di mêvandarîkirina penaberên Sûrî de berdewam e, û destnîşan kir ku ev alîkarî armanc dike ku berdewamîya xizmetguzarîyên bingehîn li hundirê kampê misoger bike. 

Japonya di astên cîhanî û niştimanî de wekî hevkarekî demdirêj ê UNICEFê tê hesibandin, ku ev bexşîn beşdarîyê di girtina hewcedarîyên darayî yên bingehîn de dike da ku berdewamîya dabînkirina av û xizmetguzarîyan ji bo nêzîkî 49 hezar penaberên ku li Kampa Zeterîyê niştecih in, were misogerkirin. 

UNICEF xebata xwe ligel Hikûmeta Urdunê û hevkarên xwe didomîne da ku gihîştineke domdar û dadperwerane ji bo xizmetguzarîyên bingehîn ji bo penaber û civakên mêvandar ên herî hewcedar li herêmên cuda yên şaneşînê peyda bike.

Danûstandinên Sûrî-Brîtanî ji bo Xurtkirina Têkilîyên Dualî
Sûrîye û Çîn Danezaneke Hevbeş Diweşînin
Wezîrê Parastinê yê Sûrîyê bi Hevtayê xwe yê Tirk re li Enqereyê Dicive
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî bi Wezîrê Karûbarên Şaredarî û Niştecihkirinê yê Siûdîyê re Civîya
Ulebî Nameya El-Şeybanî Da Destê Sekreterê NY
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:JaponyaKampa Zeterîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Niştecîkirinê ligel Şandeyeke Aborî ya Amerîkî Derfetên Hevkarî û Veberanînê Gotûbêj Dike

September 15, 2026

Yekîtîya Odeyên Bazirganî yên Sûrîyê Desteya Çareserkirina Nakokîyan Ava Dike

September 15, 2026

Wezareta Derve ligel Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Xurtkirina Pêwendîyan Gotûbêj Dike

September 15, 2026

​Nanpêjgeha Til Hemîsê ya li Gundewarê Hesekê piştî Nûjenkirinê Dikeve Xizmetê

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?