Şam-SANA
Sûrîye îro Sêşemê, êrîşa ku bi rêya dronên Îranî li dijî axa Dewleta Îmaratê ya Yekbûyî hatibû kirin û di encamê de birîndar çêbûbûn, şermezar kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de tekez kir ku Sûrîye bi temamî piştgirîya Dewleta Îmaratê ya bira dike û li kêleka wê radiweste; her wiha her kiryareke ku ewlehî û aramîya herêmê dixe metirsîyê, bi tundî red dike.
Sûrîye helwesta xwe ya neguher dubare kir, ku banga pêdivîya rêzgirtina li prensîbên qanûna navdewletî û peymana Neteweyên Yekbûyî dike, xasma rêzgirtina li serwerîya dewletan.
