Oslo-SANA
Nerwêcê îro înê pêşwazî li lihevkirina navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir û piştrast kir ku ev dê beşdarî pêkanîna ewlehî û aramîya Sûrîyê bibe.
Wezîrê Derve yê Nerwêcê Espen Barth Eide li ser platforma (X)ê got: “Ez pêşwazî li tifaqê dikim û bawer im ku ew dê bingehên aştîyeke mayînde deyne û wê yekê misoger bike ku Kurdên Sûrîyê di nav ewlehîyê de bijîn û mafên wan li Sûrîyê parastî bin.”
Li dawîyê jî, Wezîrê Nerwêcî amadekarîya welatê xwe ji bo pêşkêşkirina piştgirîyê bo Sûrîyê dûpat kir.