Parîs-SANA
Şandeya Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê bi serokatîya Telal El-Hîlalî li Parîsê bi Seroka Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî ya ser bi Odeya Bazirganîyê ya Navdewletî (ICC) Claudia Salomon re, li ser peravên çalakîyên Hefteya Tehkîmê ya Navdewletî civîya.
Di dema civînê de ku serokê Encumena Kar a Sûrî-Fransî Cemal El-Qasimî û Kargerê Karûbarên Fransî li Sûrîyê Jean-Baptiste Faivre tê de amade bûn, her du alîyan asoyên hevkarîya aborî û rêyên pêşxistina jîngeha kar li Sûrîyê gotubêj kir.
Îro di demeke zûtir de, Şandeya Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê civînek bi nûnerên Banka Cîhanî re pêk anî ji bo gotûbêjkirina derfetên hevkarîyê û bihêzkirina jîngeha veberhênanê li Sûrîyê.




