Munich-SANA
Şandeya Sûrî bi serokatîya Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, li kêleka çalakîyên Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê civîya.
Di hevdîtina îro înê de, geşedanên herî berçav ên navxweyî û herêmî hatin gotûbêjkirin, ligel tekezîya li ser yekîtî, serwerî û yekparçebûna xaka Sûrîyê. Her wiha alîyê Amerîkî piştgirîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo hikûmeta Sûrîyê û lihevkirina dawî ya tevlîbûna ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê û hewldanên dewleta Sûrîyê di têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞê de dûpat kir.
Di civînê de peywendîyên dualî yên di navbera her du welatan de û rêyên pêşxistina wan di warên cihêreng de hatin nirxandin.
