Rîyad-SANA
Piştî wajokirina çend peymanên stratejîk di navbera her du welatan de, Encumena Wezîran a Siûdî di civîna xwe ya heftane de îro sêşemê bi serokatîya Şah Selman kurê Ebdulezîz Al Siûd, pesnê asta hevkarîya di navbera Siûdî û Sûrîyê de da.
Ajansa Nûçeyan a Siûdî “WAS” ji ser zarê Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Encumena Şûrayê Îsam kurê Seîd ragihand ku: “Encumenê nirx da hewldanên piştgirîkirina rêyên hevkarîya dualî, bi awayekî ku beşdarî bihêzkirina binesazîyê û geşepêdana aborî li Sûrîyê bibe.”
Navborî dîyar kir ku Encumen ji memoranduma hevtêgihiştinê ku di navbera wezaretên tenduristîyê yên Siûdîyê û Sûrîyê de hatiye îmzekirin ji bo hevkarîya di warên tenduristîyê de, razî bû.
Her wiha, Encumenê piştgirîya xwe ji bo encamên civîna “Hevpeymanîya Navneteweyî ya Têkbirina DAIŞê” ku Siûdîye duh duşemê mêvandarîya wê kiribû anî ziman, û tekezî li ser girîngîya berdewamkirina hewldanên navneteweyî û avêtina pêngavên pratîk ji bo rûbirûbûna terorê kir.