Eman-SANA
Wezareta Derve û Koçberan a Urdinê, ji bo qurbanîyên bûyera trafîkê ya ku li ser rêya Dêrezor – Şamê rû da û bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan kesan, sersaxî û hevxemîya xwe pêşkêşî Komara Erebî ya Sûrîyê kir.
Berdevkê fermî yê wezaretê, Balyoz Fuad El-Mecalî, di daxuyanîyekê de ku îro Şemîyê wezaretê li ser platforma “X”ê weşand, piştrast kir ku Şaneşîna Urdinê di vê boblata xemgîn de, bi tevahî li kêleka hikûmet û gelê Sûrîyê disekine. Wî her weha hevxemîya xwe ya herî kûr ji malbatên qurbanîyan re ragihand û ji bo birîndaran jî daxwaza başbûneke lezgîn kir.