Hewlêr – SANA
Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê birêz Mesûd Barzanî, îro înê, pêwendîyeke telefonî ji birêz Tom Barack Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo karûbarên Sûrîyê, wergirt. Di pêwendîyê de pêşhatên dawî yên navçeyê û rêyên xurtkirina aştî û aramîyê hatin gotûbêjkirin.
Di dema pêwendîyê de, Nûnerê Amerîkayê silav û spasîyên Serok Donald Trump gihandin Serok Barzanî û bi giranî qedrê rola wî ya dîrokî û helwestên wî yên berbiçav girt, ku bûn sedema gihîştina bi agirbestê û piştgirîkirina dîyaloga di navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de, ku di encamê de lihevkirina îro pêk hat.
Ji alîyê xwe ve, Serok Barzanî spasîya Serokê Amerîkayê û hemû alîyên navdewletî kir ku beşdar bûn di serdestkirina zimanê dîyalogê de ji bo çareserkirina nakokîyan. Serok Barzanî tekez kir ku ew pêşwazîyê li lihevkirina îro (30ê Kanûna Duyem a 2026an) dike wekî pêngaveke bingehîn ji bo çespandina aştîyê li Sûriyê. Her wiha, Serok Barzanî pesnê rola bi bandor a birêz Tom Barack da di serxistina van lihevkirinan de.