Şam-SANA
Wezareta Parastina Sûrîyê sersaxî ji Wezareta Parastina Lîbyayê re pêşkêş kir bi wefata Serokê Erkanê wê, Ferîqê Yekem ê Rukin Mihemed El-Hedad û şandeya pê re, ku di encama ketina balafireke leşkerî de li Tirkîyê jîyana xwe ji dest da.
Wezaretê îro di daxuyanîyekê de ragihand: “Me bi xemgînîyeke mezin nûçeya ketina balafira leşkerî ya Lîbyayê li Komara Tirkîyê bihîst, ku di encamê de Serokê Erkanê Artêşa Lîbyayê û şandeya pê re jîyana xwe ji dest da.”
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî ya Lîbyayê, Ebdulhemîd El-Debîbe, şeva borî wefata Serokê Erkanê Artêşa Lîbyayê û hevalên wî ragihandibû, ku balafira wan piştî demeke kêm ji rabûna wê ji Enqereyê, piştî serdanekê bo Tirkîyê, ketibû xwarê.