Parîs-SANA
Welatîyê Sûrî, Ferîd El-Mizhan, yê bi navê “Qeyser” tê nasîn, îro Xelata Fransa û Almanyayê ya Mafên Mirovan û Serwerîya Qanûnê wergirt.
Wezîrê Karên Derve yê Fransî, Jean-Noël Barrot, û Wezîrê Alîkar ji bo Karûbarên Ewropî li Almanyayê, Günter Kierschbaum, xelat li navenda Wezareta Karên Derve ya Fransî, di Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan a ku li 10ê Kanûna Pêşîn dikeve, radestî El-Mizhan kir.
Di postekê de li ser platforma “X”ê, Karbidestê Balyozxaneya Fransî li Şamê, Jean-Baptiste Faivre, got: “Rûmeteke mezin e ji bo Fransa û Almanyayê ku xelata xwe ya hevbeş ya Mafên Mirovan bidin Ferîd El-Mizhan, yê ku bi nasnavê ‘Qeyser’ tê nasîn. Wî bi wêrekîya xwe, şeva tarî ya dirêj a ku gelê Sûrîyê pê êşîyaye ronî kir, û cîhan bi hovîtîya tawanên Rejîma Beşar Esed agahdar kir, bi vî awayî rê li ber edalet û rastîyê ji bo qurbanîyên bêhejmar vekir.”
El-Mizhan, kurê bajarê Şêx Miskîn ê parêzgeha Derayê ye. Wî nasnameya xwe di 6ê Sibata borî de di hevpeyvînekê bi kenala Al-Jazeerayê re eşkere kir. Di destpêka Şoreşê de, wî posta Serokê Qelema Delîlên Dadwerî li navenda Polîsên Leşkerî li Şamê girtibû, lê wî jîyana xwe xist metirsîyê û bi deh hezaran wêne û belgeyên tawanên rejîma hilweşîyayî yên li dijî girtîyên Sûrîyê pêk hatine, eşkere kirin.


