Stenbol – SANA
Hevjîna Serokê Rêzdar Ehmed El Şeri’, Xanim Latîfe El-Dirûbî, beşdarî 5emîn Lûtkeya Perwerdehîyê ya Stenbolê ya 2025an bû ku di bin navnîşana “Bi Perwerdehîyê Cîhanê Baştir Dikin” hat lidarxistin. Ev lûtke bi amadebûna hejmarek kesayetên navneteweyî û karbidestên Tirk, di nav de Xanim Emîne Erdogan û Serokê Weqfa Mearifê Mistefa Ozdîk, li Navenda Çandî ya Ataturk li Stenbolê pêk hat.
Xanim El-Dirûbî gotarek di lûtkeyê de pêşkêş kir û tê de bal kişand ser girîngîya veberhênana di perwerdehîyê de, ji ber ku perwerdehî stûna sereke ya avakirina mirovan û pêşvebirinna civakan e.

Her wiha xanima yekem a Sûrîyê amaje bi pêwîstîya bihêzkirina hevkarîyên navneteweyî yên ku piştgirîya bernameyên perwerdehî û geşedanê dikin kir, ji ber ku ev yek di pêşxistina rêyên geşedanê û xurtkirina nifşên ciwan de sedemeke dîyarker e.
Beşdarîya Sûrîyê di çarçoveya qonaxa niha ya başbûnê de girîngîyeke taybet werdigire, ji ber rola navendî ya dosyaya perwerdehîyê di avakirina civakan de. Bi taybetî ku lûtke di vê gera xwe de balê dikişîne ser perwerdehîya li herêmên cihê nakokîyê û welatên ku ji pevçûnan derdikevin, û rola wê di dermankirin, başbûn, rabûn û piştgirîya aramîyê de.
Lûtkeya ku ji hêla Weqfa Mearifê ya Tirkîyê ve tê organîzekirin, du rojan didome û di bin çavdêrîya hevjîna Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Xanim Emîne Erdogan de pêk tê. Lûtke çendîn rûniştinên gengeşeyê û civîneke wezîran li xwe digire ku wezîrên perwerdehîyê yên welatên beşdar tîne cem hev da ku kêşeyên perwerdehîyê gotûbêj bikin û çareserîyên pratîk ji wan re bibînin.




