Enqere-SANA
Balyozê Tirkîyê yê nû li Sûrîyê, Nûh Yilmaz, tekez kir ku ew ê di karê xwe yê mukumkirin û pêşxistina têkilîyên Tirkîye û Sûrîyê de li gorî ku cîrantîya her du welatan baştir bike berdewam be.
Li gorî Ajansa Anadolê, Yilmaz îro li ser platforma “X”ê gotiye : “Em ê hewl bidin ku têkilîyên xwe bi Sûrîyê re pêşve bibin bi awayê ku têkeve xizmeta cîrantîya me de û aştî û aramîyê li herêmê peyda bike, em hêza xwe ji têkilîyên mirovî û çandî yên xurt, ên ku ji sedên salan de di nav Her du welatan de hene, werdigrin.”
Yilmaz weha jî got: “Min bi xwe ew piştgirîya ku Tirkîyê di demên herî dijwar de ji gelê Sûrîyê re pêşkêş kiriye dît, û em ê wek dewleta Tirkîyê, bi birayên xwe yên Sûrî re bixebitin ji bo pêşketin û aramîyê ji gelên xwe re misoger bikin û pêşeroja xwe ya hevbeş bi hev re xêz bikin”.
Wek tê zanîn, Serokê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan îro fermanek îmze kiriye, tê de Yilmaz wek Balyozê Komara Tirkîyê li Komara Erebî ya Sûrîyê erkdar kiriye.