Sîngapûr-SANA
Şahê Urdunê Ebdulahê Duyem û Serokwezîrê Sîngapûrê Lawrence Wong, di dema gotûbêjên xwe yên îro li Sîngapûrê de, girîngîya piştgirîya hewldanên Sûrîyê û Lubnanê di parastina ewlehî û aramîya wan û serwerîya axa wan de piştrast kirin.
Ajansa Nûçeyan a Urdunê Petra ragihand ku Şah Ebdulah di dema gotûbêjan de her weha tekezî li ser pêwîstîya hemî hewldanan ji bo misogerkirina bicîhanîna peymana bidawîkirina şer li Xezayê, û kutakirina alozîyan li Kenara Rojava û Qudisê, û bal kişand ser rola Sîngapûrê di bersivdana mirovî li Xezayê de.
Di heman çarçoveyê de, her du alîyan tekez kir ku pêkanîna aştîyê li gorî çareserîya du dewletan, rêça tenê ya bidawîkirina şer û nakokîyên li deverê ye.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve û Penaberan Eymen El-Sefedî û çend berpirsên Urdunî di civînê de amade bûn.