Waşington-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê Ehmed El-Şeri’ li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civîneke fermî pêk anî.

Di civîna ku îro hat lidarxistin de, rêyên xurtkirina têkilîyên dualî di navbera Komara Erebî ya Sûrîyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, pêşxistina hevkarîyê di warên cuda de, her weha gengeşekirina çend mijarên herêmî û navneteweyî yên girîng hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Karên Derve û Penaberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, tevî çend karbidestên her du alîyan, beşdarî gotûbêjan bûn.
Di serdaneke fermî ji bo xurtkirina hevkarîya di navbera her du welatan de, Serok El-Şeri’ duh gihîştibû paytexta Amerîkayê Waşingtonê.
TAGGED: Ehmed El-Şeri’, Serokê Amerîkayê, Serokê Sûrîyeyê, Donald Trump


