Belem-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrî Ehmed El-Şeri’ bi çend malbatên Sûrî yên niştecihên bajarê “Belem” ê Brezîlyayê re civîya.
Hevdîtin ji bo bersivdayîna vexwendina çend malbatên Sûrî hat lidarxistin da ku bi wan re li yek ji qehwexaneyên gelêrî yên li navenda bajêr rûnê, ev yek li kêleka beşdarîya Serok El-Şeri’ di karên konferansa lûtkeya keşûhewayê (COP30) de pêk hat.
Hevdîtin di atmosfereke dostane de pêk hat, amadebûyan kêfxweşîya xwe ya mezin bi hevdîtina Serok El-Şeri’ anîn ziman. Tevî jîyana xerîbîyê, Sûrîyên li wî bajarê Brezîlyayê tekezî li ser şanazîya xwe bi girêdana xwe bi welatê xwe yê dayik Sûrîyê re kir.



