Waşinton-SANA
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku rêveberîya Serok Donald Trump piştgirîyê dide rakirina cezayên ku li gorî “Qanûna Qeyser” li ser Sûrîyê hatine sepandin, bi rêya projeya “Qanûna Desthilatdarîya Parastina Neteweyî” ku niha ji alîyê qanûndanerên Amerîkî ve tê gotûbêj kirin.
Ajansa Reutersê îro ji zarê berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand: “Amerîka bi hevkarên xwe yên li herêmê re di têkilîyeke birêkûpêk de ye û pêşwazîya her veberhênan û beşdarîyeke li Sûrîyê dike ku piştgirîyê bide dayîna derfetê ji hemû Sûrîyan re ji bo avakirina dewleteke ku aştî û aramî tê de serwer be.”
Encûmena Pîran (Senato) ya Amerîkayê di vê mehê de bi piranî deng da bendekê di nav projeya bûdceya Wezareta Parastinê de, ku li ser rakirina “Qanûna Qeyserê” ye. Niha pêwîst e proje ji alîyê Encumena Nûneran ve were pesendkirin û piştre Serok Trump îmze bike da ku bikeve warê cîbicîkirinê.