ŞAM-SANA
Balyozê nû yê Kanadayê li Sûrîyeyê, Gregory Galligan, tekez kir ku destnîşankirina balyozekî ji bo welatê wî li Şamê derfeteke nû ye. Galligan got ku ev pêngav dê rê li ber nûkirina dîyalog û hevkarîya di navbera her du welatan de veke.
Galligan li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê weha nivîsand: “Ji bo min, şerefeke mezin e ku ez wek yekem balyozê Kanadayê ji sala 2008an vir ve, sûreta pêbawernameya xwe li Sûrîyeyê pêşkêşî Wezîrê Karên Derve, birêz Esed El-Şeybanî dikim.” Wî her wiha da zanîn: “Ev di demeke krîtîk de ji bo Sûrîyeyê, pêngaveke girîng e ber bi nûkirina dîyalog û hevkarîyê.”
Roja borî, Wezîrê Karên Derve El-Şeybanî li Şamê pêşwazîya Galligan kiribû. Di hevdîtinê de, El-Şeybanî sûreta pêbawernameya Galligan wek balyozê daîmî yê ne-niştecî wergirtibû.
Di çarçoveya hevdîtinê de, behsa têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de hat kirin. Her wiha, rêyên pêşxistina van têkilîyan di warên cuda de hatin gotûbêjkirin. Ligel vê, her du alîyan li ser hejmarek mijarên girîng ên hevbeş nêrînên xwe parve kirin.