Eman – SANA
Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR) li Urdunê, bi helkefta Roja Cîhanî ya Penaberan, 20ê Hezîranê, ragihand ku ji Kanûna Pêşîn a sala 2024an ve û heta Hezîrana niha, zêdetirî 200 hezar penaberên Sûrî bi dilxwazî vegerîyane welatê xwe.
Berdevkê Komîserîyê, Yûsif Taha, dîyar kir ku tevgera vegerê berdewam dike; ku ji destpêka îsal ve 23,150 penaber vegerîyane. Di nav kesên vegeryayî de rêjeya mêran %51 û ya jinan %49 e, her weha ya zarokan gihîştiye %41.
Ev amar nîşana berdewamîya zêdebûna tevgera vegera bidilxwazî ye ya ku di sala 2025an de pêk hatibû, ku hevdem e ligel hewldanên navdewletî yên ji bo ronîdana ser êş û azarên penaberan, parastina wan û dîtina çareserîyên domdar ji wan re.