Şam-SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî li Şamê pêşwazîya Balyozê Kanadayê li Komara Erebî ya Sûrîyê Gregory Galligan kir.
Di civînê de, El-Şeybanî belgeya bawerîyê ya Balyoz Galligan wekî balyozê herdemî yê ne-niştecî wergirt. Her wiha, têkilîyên dualî di navbera her du welatan de û awayên pêşvebirina wan di warên cûrbecûr de hatin gotûbêjkirin, ligel pevguhertina nêrînan li ser hin mijarên hevpar.
