Sarajevo – SANA
Bi mebesta ku ji ezmûna wê ya di dosyeya windayîyan de sûdê wergire ji bo eşkerekirina çarenivîsa windayîyên Sûrîyê û piştgirîkirina malbatên wan, şandeyeke Desteya Niştimanî ya Windayîyan li Sûrîyê, serdana welatê Bosna û Hersekê kir.
Serdana ku pênc rojan dom kir, bi hevkarîya Yekîtîya Ewropayê bi hemahengî ligel Komîteya Navneteweyî ya Karûbarên Windayîyan hate rêkxistin. Serdanê Sarajevoya payexta welatê Bosna û Hersekê û her wisa bajarên Tuzla û Srebrenîtsayê ku di salên notî yên sedsala borî de komkujîyên mezin dîtibûn, li xwe girt.
Serokê Desteya Niştimanî ya Windayîyan, Mihemed Rida El-Celxî, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re ragihand ku serdanê qebareya mezin a karê ku li benda Desteyê ye ji bo eşkerekirina çarenivîsa bi deh hezaran windayîyên li Sûrîyê, nîşan da.
El-Celxî dîyar kir ku Deste niha li ser amadekirina projeyasayekê ji bo windayîyan kar dike û amadekarîyên destpêkirina mekanîzmayên ragihandina wan li hemû parêzgehên Sûrîyeyê dike.
Tê zanîn ku Desteya Niştimanî ya Windayîyan di 17ê Gulana derbasbûyî de li gorî biryarnameya hejmar 19 a sala 2025an hate damezrandin. Desteya Niştimanî desteyeke serbixwe ye ku bi van karan hatiye erkdarkirin: Lêgerîn û eşkerekirina çarenivîsa kesên wenda û yên bi zorê hatine windakirin, tomarkirina rewşan, avakirina bingeheke zanyarîyan (database) a niştimanî û pêşkêşkirina piştgirîya yasayî û mirovî ji malbatên wan re.