Stembol-SANA
Wezîrê Rêveberîya Naxweyî û Jîngehê yê Sûrî, Mihemed ‘Enceranî, li gel hevtayê xwe yê Tirk Murat Kurum, awayên xurtkirina hevkarîyê di nav her du welatan de gotubêj dike, bi taybetî di warê şaredarî û nûavakirinê de û sûdewergirtina ji azmûna Tirkîyê, nemaze piştî ku azmûneke baş ji encama serbora erdhejê wergirtiye.
Ev hevdîtin di çarçoveya Yaneya Navdewletî ya Nehiştina Bermayan li Stembolê pêk hat. Enceranî jî behsa wêranîya mezin a Sûrîyê û gavên wezaretê di warê pêşxistina xizmetguzarî û çûna ber bi şaristanîyê ve kir û tekezî li ser giringîya avakirina komîteyên hevbeş di nav her du welatan de ji bo pevguhertina azmûnên di sektora jîngehê û pêşxistina avakirinê de kir.
Tê zanîn ku nûnerên 104 dewletan û 118 sazîyan di wê Yaneyê de beşdar bûne ji bo gotubêjkirina abûrîya ku sûdê ji bermahîyan werdigre û berdewamîya kar di wî warî de.


