Enqere-SANA
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya îro ragihand ku hejmara Sûrîyên ku bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe ji dema hilweşîna rejîma berê di 8ê kanûna pêşîn a 2024an de gihîştiye zêdetir ji nîv milyon kesî, û careke din piştgiriya welatê xwe ji vegera sûriyan a bi dilxwazî re ragihand.
Di postekê li ser platforma “InSocial” a Tirkiyê de, ku ji hêla Ajansa Anadolê ve hatîye ragihandin, Yerlîkaya got: “Ji 8ê kanûna pêşîn de ta niha 509,387 kesên sûrî bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.”
Kaya weha jî got: “Her wekî berê, Tirkiye îro jî piştgiriyê dide vegera bi dilxwazî ya birayên xwe yên Sûrî.”
Yerlîkaya diyar kir ku hejmara giştî ya Sûrîyên ku ji sala 2016an ve ta niha ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe gihîştiye 1,249,390 kesî.